COVID-19 - Kurdistan | 2 wefat û 50 pêketiyên nû hatin tomarkirin

COVID-19 - Kurdistan | 2 wefat û 50 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 50 kesên din bi Koronayê ketin û 2 kesan jî can da.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 50 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 2 kes jî ji nexweşiya Koronayê mirine.

Wezaretê daye xuyakirin ku 418 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 106 hezar û 78 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 812 kes û heta niha 98 hezar û 796 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin