PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê, kesek di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin ku kesê hatiye kuştin pêşmergeyek bûye.
Bûyer îro 3yê Gulanê berêvarê li taxa Şorce ya Kerkûkê qewimî ye û welatiyekî kurd ê bixwe pêşmerge bûye, ji aliyê du kesên çekdar ên nenas ve hatiye kuştin.
Hat zanîn ku ew kesê hatiye kuştin, navê wî Hawdeng Ezîz û pêşmerge bûye û mala wî jî li taxa Huriye ya Kerkûkê ye ku dema êrîşê xanima wî jî pê re bûye.
Li gorî malbata wî pêşmergeyê kurd, kurê wan ji ber pirsgirêkên civakî hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin