PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî têkbirina êrîşeke çekdarên girêdayî Tirkiyê ya li Eyn Îsayê, motorsîklêteke li ser ‘Dewleta Îslamî – Wîlayeta Reqa’ dinivîse desteser kirin.
Hat zanîn ku beriya 2 rojan 3 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hewl dane derbasî bajarê Eyn Îsa bibin û şervanên HSD û YPJê hewldana êrîşê têk birine û her sê çekdar jî reviyane ku li pey xwe jî motorsîklêtek hiştine.
Hat diyarkirin ku li ser plakeya motorsîklêta hatiye desteserkirin, “Dewleta Îslamî - Wîlayeta Reqa” hatiye nivîsandin ku li gorî HSDê ew kesên êrîş kirine bermahiyên DAIŞê ne û niha bi guhertina nav ligel artêşa Tirkiyê kar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin