Kêseyên Hewlêr û Bexdeyê ligel fraksiyonên Kurdistanî hatin zelalkirin

Kêseyên Hewlêr û Bexdeyê ligel fraksiyonên Kurdistanî hatin zelalkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bifiraksyonên Kurdistanî yên perlemana Iraqê û endamên Kurd yên komîteya darayî re, li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hevdîtin pêk anî.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê hevdîtinê de ragihand, di civînê de gotûbêj li ser çend mijarên giring yên weke siyaseta Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser budceyê û şaysetyên herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di civînê de siyaseta hikumeta Herêma Kurdistanê li hember pirsgirêkên budce û petrolê yên ligel Bexdayê hat zelalkirin, hevdem behsa li ser budceya Iraqê ya sala 2020an hatiye kirin.

Civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlementoya Kurdistanê bi serokên fraksiyonên Kurdistanî yên Parlementoya Iraqê re, di demeke ku pêwîst e di çend heftiyên bê de, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê projeyasaya budceya xwe bişînin Parlementoyê hat lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin