PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, Wezîrê Derve Mike Pompeo û şanda Amerîkî ya ligel wan îro 17ê Cotmehê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokê Amerîkayê Donald Trump şanda Koşka Spî ji bo Erdogan dawî li êrîşa leşkerî ya dijî şervanên Kurd li bakurê rojhilatê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) bîne şandibû Tirkiyê.
Piştî hevdîtinê tê çaverêkirin ku daxuyanî yan jî civîneke rojnamevanî were lidarxistin, lê hîn diyar nebûye çi encam ji hevdîtinên şanda Amerîkî yên ligel rayedarên Tirkiyê derketiye.
Doh jî nameya Trump a ku 9ê Cotmehê ji bo êrîş neke ji Erdogan re şandibû hatibû belavkirin.
Trump ji Erdogan re di nameyê de gotibû: " Nebe zilamekî sert, bêfehm nebe."
Çavkaniyên serokomariya Tirkiyê jî ragihand ku Erdogan daxwaza Trump ya bo gihîştinapeymanekê red kirîye û name avêtîye çopê.
Heger Tirkiye paşde gav navêje tê çaverêkirin ku Amerîka siza û dorpêçên tundtir bi ser Tirkiyê de bisepîne ku amadekariyên wê li Kongreya Amerîkayê jî hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin