Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Aram Baletayî

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Aram Baletayî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Zana Ezîz ji malbata Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Berdevkê Fraksyona PDKê Dr. Aram Baleteyî pêk anî û sersaxî li malbata Dr. Aram Baletayî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwast xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat, kesûkar û hevalên wî.

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro 17ê Sibatê li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawî kiribû.

Aram Nacî Mihemed Salih ku bi navê Aram Baleteyî tê nasîn, di sala 1979an de li parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye. Xelkê gundê Balete ye û bavê keç û kurekî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin