Li Hewlêrê ser derketiye û 3 kesan can daye

Li Hewlêrê ser derketiye û 3 kesan can daye

PeyamaKurd - Li Hewlêrê di navbera du malbatan de şer derketiye û di encamê de 3 kes hatine kuştin.

Şeva borî li Hewlêrê di navbera du malbatan de şer derket.

Li ser wî şerî, berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz got, ew şer li taxa Teyrawe ya bajêr û di navbera du malbatên xizm de derketibû.

Hogir Ezîz her wiha got, di wî şerî de 3 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Polîs da zanîn, piştî lêkolîn û lêpirsînan dê agahiyên zêdetir ji raya giştî re eşkere bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin