PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Yekîtiya Erebî Ahmed Ebûl Xayd êrîşa duhî ya ser balafirgeha Hewlêrê ya payîtexta Herêma Kurdistanê şermezar kir. Abul Xayd weha got:
“ Ew êrîş berdewama wan karên wêrankariyê ye ku armanca wan jinavbirina desthilata dewleta Iraqê û têkbirina asayîş û aramiya temamê Iraqê ye.
Aramiya Herêma Kurdistanê beşek e ji aramiya Iraqê. Armanca wan êrîşan ew e ku serweriya Iraqê kirine hedefa xwe da ji holê rakin.
Yekîtiya Erebî destekê dide hemû hewldanên hukumeta Iraqê yên li dijî wan çekdarên neyasayî da karibe aramî û serwerî li Iraqê çêbibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin