PeyamaKurd-Fermandarê hêzên Şorişa Îslamî yê Îranê Muhammed Elî Caferî, got ku bi sedema îdarekirina xerab ya Hesen Rûhanî Îran ketiye vî halî. Caferî got divê herkes ji layê maddî û manewî de alîkariyê bike û dadwerî were bicîhkirin.
Caferî got sedema ku halê aborî yê welat nexweşe, rêvebiriya welate. Li gor ragihandina ajansa xwendevanan ISNA yê, Caferî di merasimeka ku li Tehranê hatibû çêkirin de, rexnê li şiklê rêvebirina welat kir û hedef Hesen Rûhanî nîşan da. Caferî weha got:
“Debara xelkê û pirsgirêkên aborî, hewlên dijmin û rêvebiriya xerab me kirin halekî ku em nikarin jê derên. Artêşa Şorişa Îranê ne tenê avahiyeka leşkeriye. Di serî de wisa bû lê niha di her sehayê de xebata xwe dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin