PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya li ser xirabûna rewşa Idlibe de, li ser biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê daxuyakirin ku ti gaveke şênber nayê dîtin.
Li gor daxuyaniya wezareta Rusî, rewşa Idlibê Rûsya-Tirkiyê li Soçiyê rêkeftin li ser kiribû her diçe xira dibe.
Wezaretê got, "Li herêma kêmkirina rageşiyê ya Idlibê rewş bilez xirab dibe. Herêm hema hema bi temamî ketiye kontrola milîtanên El Nûsrayê.”
Herwiha hat diyarkirin ku derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de, ti gaveke şênber xuya nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin