PeyamaKurd – Di encama êrîşa DAIŞê de li parêzgeha Diyale ya Iraqê, 2 serbazên Iraqî hatin kuştin.
Li gor berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye, şeva borî li derdora bajarê Baqûbe, du serbazên Iraqî ji aliyê nîşanvanên DAIŞê ve hatin kuştin.
Nîhad Mihemed destnîşan kiriye, piştî wê êrişê hêzên polîs û artêşê, ew der dorpêç kirin lê nekarîn tiştekî bikin.
Wî efserê polîs anî ziman, ew êrîşa DAIŞê yekemîn êrîşa terorîstî ya sala 2021 bû li Diyale.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin