Rûsya 276 polîsên leskerî û 33 wesayîtan disîne Rojava

Rûsya 276 polîsên leskerî û 33 wesayîtan disîne Rojava

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku ew dê hejmara hêzên xwe yên Polîsê Leşkerî li Sûriyê zêde bikin û “hefteya bê ew ê 276 polîsên leşkerî û 33 wesayitên leşkerî bişînin Sûriyê.”

Jêderekî ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê herwiha ragihand ku niha ti şer û pevşûneke cidî li Sûriyê nîne û hemû tişt rawestiyaye.

Piştî rêkeftina ligel Tirkiyê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Soygu ragihandibû ku “niha Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê xwedî hêz û şiyayên pêwîst ji bo pêkanîna dewriyeyan li navçeyên diyarkirî yên Sûriyê ye, lê belê di demên pêş de pêdiviya wan bi derfetên zêdetir heye.”

Hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê derbasî nav Minbic û Kobanî bûne û hejmarek jî gihîştine Balafirxaneya Qamişloyê.

Polîsên leşkerî yên rûsî yekem dewriyeya xwe ya piştî rêkeftinê doh 23yê Cotmehê li Kobaniyê gerandibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin