PeyamaKurd - Fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê piştî belavbûna vîdyoyekê ku tê de rexne li Amerîkayê digirt ji erka xwe hat dûrxistin.
Hat eşkere kirin ku bi belgenameyekê biryar hatiye derxistin Serokê Zankoya Bergiriyên Zanistî ferîq rukin Seadi Mezher Muhsîn ji erka xwe were dûrxistin û ew biryar ji serokatiya artêşê re were şandin.
Li şûna wî jî biryar hatiye derxistin lîwa rukin Xalib Kerîm Ebud bibe serokê zankoya bergirîyê ya Iraqê.
Medyaya Iraqê ragihandiye ku dûrxistina ferîq rukin Seadi Mezher bi rizamendîya Serokwezîr Mistefa Kazimî pêk hatiye.
Dûrxistina wî fermandarê artêşa Iraqê piştî wê yekê tê ku di kurtevîdyoyekê de rexneyê li biryara Amerîkayê ya girtina malperên milîsên bi ser Îranê ve digire û Amerîkayê rexne dike.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê 23yê Hezîranê, 36 malperên komên şîe yên Iraq, Sûriye, Lubnan, Filîstîn, Yemenê girtibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin