Serokê PYDê yê berê Salih Muslim diyar ku Amerîka ji Minbicê vekişe jî ew navekişin û ew ê li dijî Tirkiyê, bajêr biparêzin.
Serokê PYDê yê berê Salih Muslim li Stokholmê ziyareta Kurdên ku ketine greva birçîbûnê de kir. Li wê derê Muslim axivî û wiha got: Hevkariya me û koalîsyonê, li ser berjewendiyê ye. Amerîka dixwaze ji hêza me ya li herêmê feydê bigire.
Muslim wiha berdewam kir: Em bawer nakin ku Tirkiye êrîşî Minbicê bike û Amerîka jî vekişe. Lê heke tiştekî wilo çêbibe jî, me amadekariyên xwe kirine û li dijî êrîşeke wiha em ê li ber xwe bidin û bajêr biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin