PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandeke Amerîkayê 4ê Tebaxê ji bo gotûbêjan li ser herêma ewle bikin serdana Tirkiyê dike.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku dê şanda Amerîkayê roja yekşemê 4ê Tebaxê ji bo hevdîtinên li ser herêma ewle serdana Tirkiyê bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê 5ê Tebaxê şanda Amerîkayê ya ji rayedarên leşkerî pêk tê, ji bo xebata hevbeş bi rayedarên leşkerî yên Tirkiyê re li ser herêma ewle hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin