Şanda DEM Partiyê û Erdogan li ser rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê civiyan

Dîroka weşanê :
Şanda DEM Partiyê û Erdogan li ser rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê civiyan

PeyamaKurd- Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi mebesta pêvajoya çareseriyê serdana Abdullah Ocalan dike îro 11ê Sibatê li Koşka Serokomariyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de, endamên şanda DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û li kêleka Erdogan jî Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala amade bûn. Civîn bi qasî saetekê dom kir û rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê û pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê jî hatin nirxandin.

Beriya civînê Pervîn Buldan li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got ku ev hevdîtin di demeke krîtîk de pêk tê û wiha pê de çû: "Komîsyona Parlamentoyê derbasî qonaxa nivîsandina raporê bûye û di nava raya giştî de bendewariyeke mezin heye. Di rojeva me de 4-5 mijarên sereke hene. Em dê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî parve bikin."

Mîthat Sancar jî diyar kir ku ew ê pêşniyarên xwe pêşkêşî Erdogan bikin û li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê jî got: "Reşnivîsa raporê ji partiyan re hat şandin. Em dixwazin rapor bi lihevkirineke berfireh ku hemû aliyan razî bike derkeve. Ji bo zemînekî bi vî rengî em dê çi ji destê me tê bikin. Tê pêşbînîkirin ku rapor heta dawiya mehê amade bibe."

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin