Sandeke Rûsî ji bo dewriyeyên hevbes ên Idlibê serdana Tirkiyê dike

Sandeke Rûsî ji bo dewriyeyên hevbes ên Idlibê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina agirbesta Idlibê de, ji bo dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk şandeke Rûsî serdana Tirkiyê dike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, di çarçoveya rêkeftina Moskowê de ew şande tê Tirkiyê û dê derbarê dewriyeyên bejahî yên hevbeş li ser korîdora ewlekariyê danûstandin were kirin.

Akar da zanîn ku dê serê hefteyê ew şanda Rûsî serdana Tirkiyê bike.

Herwiha li gorî medya tirk wê bi heyetê re şîfre û parolayên dewriyeyên hevbeş werin tesbît kirin.

Civîna herdu aliyan dê li biryargeha îstixbarata Tirkiyê were encamdan û ji bo dewriyeyên hevbeş ên li ser rêya M4ê bê pirsgirêk bên kirin, nexşerêyek were diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin