PeyamaKurd - Şandeke bilind a Iraqê serdana Tirkiyê kir û li Enqereyê bi berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê re civiya.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Enqereyê pêşwazî li hempîşeyê xwe yê Iraqê Fuad Huseyîn kiriye.
Wezaretê daye xuyakirin ku dê di navbera şandên herdu aliyan de, pêwendiyên dualî û mijarên herêmî bi hûrî werin gotûbêjkirin.
Di civînê de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Güler, hempîşeyê wî Sabit Abbasi û Serokê Îstixbarata Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin