PeyamaKurd – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM)ê serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş kir ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Şandeya ku hefteya borî çûbû serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û paşê bi partiyên siyasî re hevdîtin kiribû, serdanên xwe didomîne.
Heyetê îro bi Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kir ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye re.
Tê payîn ku sibê jî biçe serdana Hevseroka bere ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê ku li girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin