PeyamaKurd - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şeva borî 2 teqîn li Reqayê çêbûn.
Hat zanîn dema teqîna yekem bi bombeyeke vedayî li nêzîkî mizgefta Çerakise ya li nava bajêr rû da di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Teqîna duyem jî li cadeya Reşîd pêk hat ku bombeyek wesayîteke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de teqiya. Li gor zanyariyan di vê teqînê de ti ziyanên canî çênebûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ragihandina serkeftina şerê DAIŞê li rojhilatê Firatê, çendîn teqîn li Reqa, Minbic û hin deverên din rû didin ku tê gotin, şaneyên razayî yên DAIŞê van teqînan pêk tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin