PeyamaKurd – Şîrketa petrolê ya Saudi Aramco şîrketa VGP ê ku şaxekî ji şîrketa Amerîkayê ya bi navê Valvoline ye, bi 2.65 mîlyar dolarî kirî. Şîrketa Valvoline hilberîna donê motoran û desteka motoran dike û Valvoline Global Products (VGP) firot Saudi Armaco yê.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdiyê SPA yê; her dû şîrket peymanê îmzekirine jî. Wê Aramco ji tora hilberîn û belavkirinê ya Valvoline fêde bibîne û hem bi hevparên amadekar re karibe bixebite û ji qiymeta markayê îstîfade bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin