PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê diyar kir, roja duyemîn a Cejna Remezanê li 11 parêzgehan baran dibare ku piraniya wan ên Bakurê Kurdistanê ne û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an li seranserê Tirkiyê û li parêzgehên Mereş, Meletî, Diyarbekir, Dîlok, Riha, Sêrt, Erzerom, Îdir û Qers ên Bakurê Kurdistanê baran dibare û egera lehiyê heye.
Herwiha bi taybetî ji bo parêzgehên li herêma erdhejê hişyariya egera lehiyê hatiye dayîn ku piraniya xelkê wê derê di çadiran de dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin