“Selaheddînê Eyyûbî em in"

“Selaheddînê Eyyûbî em in"

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, behsa siltanê mezin ê Kurd Selaheddînê Eyyûbî kir û got: "Selaheddîn Eyyûbiyênku Quds fetih kir em in."

Erdogan di manîfestoya xwe ya hilbijartinê de behsa mijarên curbecur kir.

Erdogan îdîa kir ku wan astengiyên li ber netewe mezheb û baweriyên cuda rakiriye û ev problem çareser kirine: "Dema me dest bi meşa AK Partiyê kir di nav hedefên me de têkoşîna li dijî gendelî, xizanî û qedexeyê hebû ku ev hedefa me ya girîng wê dîsa di nav hedefên me de hebe.Em amade ne ku bi hemû kesên ku cudatiyên me yên siyasî, îdeolojîk, dînî, mezhebî û nijadî ne wekî bingeha dijmintiyê, lê wekî rengên jiyanê dibînin ra bidin ser rê û bimeşin."


Wek din sînyala wê yekê da ku wê li şerê li dijî Kurdan bidomîne.

"Wek duh îro jî em demokrasî, azadî û bikaranîna serbestiya mafan dixwazin, emê sibê jî wisa bin. Lê em di heman demê de aligirên hêz û xweserbûnê ne jî. Wek mijdara 2012an, tîrmeha 2007an, hezîrana 2011an, tebaxa 2014an, mijdara 2015an, 

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dê bi pergala nû, wesayet û olîgarşiya burokratîk bi temamî bi dawî bibin û got, "Tirkiye wê bi gavên bêtir jixwebawer va ber bi hedefên xwe yên 2023, 2053 û 2071ê ve bimeşe."

 Erdogan behsa operosyonan kir û wiha got, "Tirkiye di serdema nû da ji bo ku sînorên xwe ji rêxistinên terorê paqij bike wê operasyonên nû li operasyonên wekî Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê zêde bike. Ji Eynelerebê heya Hesekeyê, ji wir jî heta Sîncar û Qendîlê heya terorîstê dawîn were kuştin operasyonên me wê dewam bikin. Edilandina şert û mercên dewlemendkirina gelê me çiqas girîng be, rakirina astengiyên li ber azadiya dîn û wijdanê û parastina azadiyên takekesî jî ew çend girîng e."

Herwiha behsa Selaheddînê Eyyûbî jî kir û got ew rêça wî dişopînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin