PeyamaKurd - Senatorê Komarîparêz ê Eyaleta Arîzona yê Amerîkayê Lindsey Graham ku li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişîna ji Sûriyê, daxwaza hêdîkirina vekişînê û misogeriya parastina Kurdan kiribû, îro bi mijara taybet a Sûriyê û avakirina herêma tampon bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Senator Graham îro 18ê Çileyê li Koşka Serokomariya Tirkiyê Beştepeyê bi Erdogan re dê hevdîtinekê pêk bîne û mijara Sûriyê gotûbêj bike.
Graham piştî biryara verkişînê ya Trump, hevdîtineke taybet bi Trump re pêk anîbû.
Graham piştî êrîşa roja Çarşemê ya Minbicê ku 4 hemwelatiyên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan jî dabû xuyakirin ku “Hêvîdarim Serok Trump baş têbigihe bê rewşa Sûriyê ber bi ku de diçe û bi hurî li ser bifikire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin