Serbest berdana kujerê Hirant Dînk ji aliyê HEDEPê ve hat sermezarkirin

Serbest berdana kujerê Hirant Dînk ji aliyê HEDEPê ve hat sermezarkirin

PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP), berdana kujerê rojnamevan Hrant Dînk şermezar dike û radigihîne berdana wî kujerî di demekê de ye ku siyasetmedarên HEDEPê di zindanan de ne.

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan nerazîbûn li dijî wê biryarê nîşan da û got, di demekê de ku siyasetmedarên HEDEPê zindanî ne, kujerên Ermeniyên aştîxwaz tên berdan. 

Bakirhan got: “Selahettîn Demîrtaş ji ber axaftinên xwe zindanî ye. Selçûk Mizrakli ji ber ku gendeliyên qeyûman aşkere kiribû zindanî ye. Gultan Kişanak ku jiyana xwe bi têkoşîna aştiyê û demokrasiyê derbas kiriye, zindanî ye, lê kujerê Hrant Dînk hate berdan.”

Hevserokê HEDEPê da zanîn ku ew vê biryarê şermezar dikin û dê li dijî vê yasaya durû liber xwe bidin û ji bo bercestekirina yasayek rasteqîn û demokratîk bixebitin.

Rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk di 19'ê Çileyê sala 2007an de li ber avahiya rojnameya Agosê, ji aliyê Ogun Samastê nijadperest ve hatibû kuştin. 

Ogûn Samast ku ji ber vê tawanê bi 22 salan hatibû cezakirin, şeva borî piştî 16 sal û 10 mehan bimerc ji zîndanê hate berdan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin