PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên opozîsyonê yên li bajarokê Tefes ê Dera ya Sûriyê, bi navbênkariya Rûsyayê bi rejîma Sûriyê re li hev kirin û çekên xwe jî teslîm kirin.
Hikûmeta Sûriyê piştî lihevkirinê lêborîna giştî ji bo hemû çekdarên wê herêmê yên şerê wê dikirin derxist û xelkê deverê jî hêdî hêdî vedigerin ser malên xwe.
Hêjayî gotinê ye, di dawiya meha Tîrmehê li parêzgeha Derayê şer di navbera hêzên rejîmê û çekdaran de dest pê kiribû û hêzên hikûmetê bajar û çend navçeyên din dorpêç kiribûn.
Piştî ku bi navbênkariya Rûsyayê rêkeftin di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdarên opozisyonê de hat kirin, çekdarên çekên xwe radest nekiribûn bo Idlibê hatin şandin, lêborîn ji bo ciwanên temenê leşkeriyê û kesên çekdar derket û artêşa Sûriyê li wê parêzgehê belav bû.
Di sala 2011an de yekem car li bajarê Deraayê xwepêşandanên dijî hikûmetê destpê kiribûn û piştre jî parêzgeh di 2013an de ketibû destê komên opozîsyonê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin