PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî ji bo gotûbêjkirina pirsên siyasî û leşkerî bi berpirsên Iraqê re, şeva borî serdana Bexdayê kiriye.
Li gorî ajansa ÎRNA ya fermî ya Îranê, Baqirî ji rojnamevanan re da xuyakirin: “Di navbera Îran û Iraqê de pêwendiyên dostane hene. Iraq cîraneke girîng a Komara Îslamî ya Îranê ye.”
Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, ti pirsgirêkeke ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê de nîne û her du welat rêya hevkariyên leşkerî girtine.
Hate diyarkirin ku Baqirî mijarên rûbirûbûna terorê, pêşhatên herêmî û hevkariyên li sînor, bi aliyên Iraqî re gotûbêj dike.
Hêjayî gotinê ye, Baqirî di demeke ku alîgirên Îranê êrîşî baregehên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê dikin, serdana Bexdayê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin