Sererkanên Îranê û Erebistana Siûdî li Tehranê civiyan

Sererkanên Îranê û Erebistana Siûdî li Tehranê civiyan

PeyamaKurd – Sererkanê Giştî yê Îranê Sererkan Muhammed Baqerî bi Sererkanê Giştî yê Erebistana Siûdî General Feyaz Bin Hemîd Ruweylî re hevdîtin kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnimê, Rûweylî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Îranê de li paytexta Tehranê bi Baqerî re hevdîtin pêk anî.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên dualî û dîplomasiya parastinê hatin gotûbêjkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin