PeyamaKurd - Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û ragihand: "Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û niştîmanperwer Profesor Efram Îsa Yusif gihîşt me."
Serok Barzanî bi minasebeta wefata Efram Îsa Yusif peyamek serxweşiyê belav kir û ragihand: "Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û niştîmanperwer Profesor Efram Îsa Yusif gihîşt me. Di vê helkefta xemgîn de serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û naskiriyên xwedê jêrazî û xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim."
Serok Barzanî bi vê heviyê peyama xwe qedand: "ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê Profesor Efram şad be."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin