Serokê Dewletê yê Bolîvyayê dest ji kar berda

Serokê Dewletê yê Bolîvyayê dest ji kar berda

PeyamaKurd - Serokê Dewletê yê Bolîvyayê  Ev Morales dest ji kar berda.

Serokê Dewletê yê Bolîvyayê Morales di weşana zindî de ragihand ku wî dest ji kar berdaye.

On live TV, President Evo Morales announced his resignation. #Bolivia https://t.co/Zg61lOuX0A pic.twitter.com/yvW15rqnMa

— Luis Velarde (@luivelarde) November 10, 2019

Moralesê ku daxuyaniya wî li ser medya civakî hat belavkirin, ragihand ku wî dest ji kar berdaye. Moralesî got, “Ji bo ku xwşik û birayên me rastî êriş û fişarên rayedarên dewletê neyên ez dest ji kar berdidim.”

Morales ev yek wekî ‘derbeyeke dewletê nirxand û got, “birayên min ez dixwazim bejim ku dawî li têkoşîna me nehatiye, ji bo aştî û wekheviyê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha wekî serokê dewletê ji bo ku rewş aram bibe biryarekekê wiha didin.”

Morales, “Ew ên ku l i hemberî me di gelek hilbijartinan de têkçûne me bi dîktatoriyê sûcdar dikin. Bolîvya welatekî azad e. Bolîvya welatekî wiha ye ku aboriyeke wê ya bi rûmet, xurt û serwer heye.”

Cîgirê Serokê Dewletê Alvaro Garcia Linera jî ragihand ku ji ber cîgirtiya serokî mexrûr e û da zanîn ku ew dê heta hetayê pabendî wî bimîne û wî jî destjikarberdana xwe ragihand.

Piştî destjikarberdana Moralesî çalakgerên li kolanan dest bi pirozbahiyan kir lê ragêşiyê li welêt dewam dike.

Welatên cîranê bolîvyayê bertek nîşanî bûyerê dan. Hikûmeta Nikaraguayê rewş wekî ‘derbeyeke li dijî gel’ bi nav kir. Şîlîye banga çareseriyeke bilez û aştiyane kir.

#LoUltimo #LaPaz
Denuncian que un grupo de personas ingresó a los predios de La Paz Bus, en Chasquipampa, y quemaron los buses #PumaKatari.
Video: Aygun Bolivia pic.twitter.com/4mnIC3w5I8

— La Razón Digital (@LaRazon_Bolivia) November 11, 2019
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin