PeyamaKurd - Serokê Hûsiyan Ebdulmelîk El-Hûsî diyar kir ku heta êrîş û dorpêça li ser Xezzeyê neqede ew ê êrîşên xwe yên li Deryaya Sor zêdetir bikin.
El-Hûsî gef li DYA û Brîtanyayê xwar û got: "Eger êrîş û dorpêçkirina Îsraîlê ya li ser Xezzeyê neyê bidawîkirin wê êrîşên xwe yên li deryaya Sor berdewam bikin.
Serokê Hûsiyan gefên xwe wiha dom kir: "Em Îsraîl hişyar dikin ku êrîş û dorpêça xwe ya li ser Xezzeyê rawestîne, eger nebe em ê hewl bidin ku aloziyê zêdetir bikin."
El-Hûsî diyar kir ku gelê Yemenê di çarçoveya helwesta xwe ya mafdar û bi rûmet a li ser seferberiya leşkerî û giştî de wê hemû çalakiyên xwe yên li Deryaya Sor bidomînin û got ku gelê Yemenê li hemberî sêya xerab a DYA, Îsraîl û Îngilîstanê rawestiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin