PeyamaKurd - Piştî rojekê ji wergirtina posta serokatiya Parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand ku, divê mûçeyê Parlamentaran bê zêde kirin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî ragihand, ku dive piştgirî ji Parlamentaran re were kirin û jiyaneke xweş ji wan re hebe da ku ew bikaribin bi awayekî baş biryaran bidin û yasayan derxin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, dema ew berî niha parlamenter bû mûçeyê wî 7 milyonek û 400 hezar bû û piştî bû parêzgarê Enbarê mûçe bû 6 milyon dînar gelo bi kêmkirina milyonek dînar pirsgirêkek çareser dibe?
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin