Serokê WHO yê: “Nabe bi yek carî tedbir bên rakirin”

Serokê WHO yê: “Nabe bi yek carî tedbir bên rakirin”

PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) Ghebreyesus got:

“Nabe ku hun ew tedbîrên ku heya niha li dijî koronavîrusê girtine, wan tedbîran bi yek carî rakin.”

 Serkê WHO yê ragihandina xwe di civîna xwe ya li baregeha Cevewre yê, di rêya video konferansê de kir. Ghebreyesus weha dewam kir:

“Ev tê vateya ku tedbîrên ku heya niha hatine sitendin, hêdî û bi kontrol bên rakirin. Nabe ku tev bi yek carî bên rakirin. Koronavîrus kujer e. Ji zekema sala 2009an 10 car zêdetir dijware û dikuje.”

Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku vîrus gelek bilez belav dibe lê gelek hêdî kêm dibe û bandora wê dadikeve. Heya niha li seranserê dinyayê di ser 150 hezar kes de jiyana xwe bi sedema vîrusê ji dest dane û nêzî 2 mîlyon însan bi vîrusê ketine.

Ew elatên ku dixwazin tedbîran bi yek carî rakin, ew in ku dixwazin aboriya welatên xwe car din vejînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin