Serokê YSKê Guven: Li Stenbolê Imamoglu li pês e

Serokê YSKê Guven: Li Stenbolê Imamoglu li pês e

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Bilind a Tirkîyê (YSK) Sadi Guven bi daxuyanîyekê dîyar kir ku namzedê CHPê Ekrem Imamoglu li pêş e.

Serokê YSKê Sadi Guven amarên dawî yên li ber destê xwe eşkere kirin. Li gorî amarên dawî yên YSKê rewşa dawî ya Stenbolê wiha ye.

YSK: IMAMOGLU BI 28 HEZAR DENGAN LI PÊŞ E

Namzedê Partîya Komarîya Gel (CHP) Ekrem Imamoglu bi 28 hezar dengan li pêşîya namzedê Partîya Dad û Geşpêdanê (AKP) Binali Yildirim e.

Ekrem Imamoglu: 4.159.650

Binali Yildirim: 4.131.761

Serokê YSKê Sadi Guven da zanîn ku, heta niha 31 hezar û 102 sindoq hatine jimartin û li 84 sindoqan jî îtrîaz hene lewma ew nehatine hesibandin.

AKP: EM DÊ ÎTÎRAZ BIKIN

 Jialîyê din ve demek berê Serokê AKPê yê şaxa Stenbolê Bayram Şenocak daxuyanîyek dabû û amaje kiribû ku bi 3 hezar û 870 dengan li pêşîya namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Imamoglu ne û bi ser ketine. Şenocak destnîşan kir ku ew dê îtîraz bikin, “hevkarên me dê îtîraz bikin. Li gorî amarên berdestê me bi 3 hezar û 870ê dengan em li Stenbolê bi ser ketine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin