PeyamaKurd – Serokomarê Çînê Xi Jinping roja Pêncşemê beşdarî hilcivîna avûhewayê dibe û gotarekê pêşkêş dike.
Li gor Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê Hua Chunying bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, Xi Jinping dê di hilcivînê de ‘‘axaftineke girîng’’ bike.
Serokê Amerîka Joe Biden, 40 rêberên cîhanê bo hilcivîna onlayn vexwendibûn, Jinping yek ji wan bû.
Bi vê civînê Xi Jinping û Biden, dê cara pêşî rastî hev du werin.
Ji bilî Jinping, Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi, Serokomarê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî bo hilcivînê vexwendî ne.
Biden bi hilcivîna avûhewayê, dixwaze Amerîka dîsa vegerîne ser pêşengiya cîhanê ku pisporên sîyasetê dibêjin, Serokê berê Donald Trump, Washington ji pêşengiyê dûr xistibû.
Serok Biden gava dest dest bi seroktiyê kiribû, tavilê Amerîka jinûve xistibû Peymana Avûhewa ya Parîsê û dabû zanîn, Washington dê bi têkoşîna bo avûhewayê rêberiyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin