PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji televîzyonên Tirkiyê re axivî û got: Ew bi ti awayî rê nadin şaredariyên ku pêwendiyên wan bi PKKê re hene. Ger pêwendiya şaredaran bi PKKê re hebe, ewê careke din qeyûman deynin şûna wan.
Di encama hilbijartinên sala 2014an de Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) 106 şaredarî bidest xistibûn, lê hikûmeta Tirkiyê dest danîbû ser 94 şaredariyan û li şûna şaredarên DBPê qeyûm danîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin