Serokwezîrê Ermenîstanê Pasînyan bi koronayê ket

Serokwezîrê Ermenîstanê Pasînyan bi koronayê ket

PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragihand ku ew bi koronayê ketiye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan li ser hesabê xwe yê medya civakî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew û malbata xwe bi koronayê ketine.

Nikol Paşînyan got nîşaneyên koronayê lê xuya nabin lê testa wî pozîtîf derketiye: “Tevî ku tu nîşane xuya nekin jî mixabin testa min pozîtîf derketiye.”

Paşînyan got endamên malbata wî jî asemptomatik in û da zanîn ku, herhal di dema civîneke xwe ya karî de enfekte bûye.

Paşînyan eşkere kir ku ew dê tevî malbata xwe têkeve karantînayê û demekê li malê bixebite.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin