PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, li ser raporta Amerîkayê ya li ser kuştina rojnamevana El Jezîreyê Şîrîn Ebû Aqîle, bertek nîşan da û got ku “ Tu kes nikare fermanê bide artêşa Îsraîlê.”
Yair Lapid, ji bo Saziya Çapemeniyê ya Îsraîlê KANê axivî û di derbarê raporta Amerîkayê ya piştî kuştina Şîrîn Ebû Aqîle de weşandibû û di raportê de hatibû gotin ku ‘welatiyên bêguneh tên kuştin’ axivî û got,
“Ez ê nehêlim ku ew leşkerê di gulebarana ku terorîstan dabû destpêkirin de xwe parastibû. Ew bûyera kuştina rojnamevanê, trajediyek bû ku di pevçûnê de derket. Artêşa Îsraîlê, tu carî bi zanebûn mirovên bêguneh nake hedef. Tu kes jî nikare fermanê bide artêşa me.”
3 roj beriya niha, ji aliyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ve hatibû gotin ku ew ê pêkutiya xwe ya di derbarê êrîşnekirina li dijî mirovên bêguneh de li ser hevkarên xwe yên Îsraîlê berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin