Serokwezîrê Îtalyayê Conte seredana Tirkiyê dike

Serokwezîrê Îtalyayê Conte seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îtalyayê Conte di 13 ê mehê de seredana Ankara dike. Sedema seredana Giuseppe Conte dibe ku li ser mijara Lîbyayê be. Conte, çend roj berê general Hafterê Lîbyayê dawet kiribû Îtalyayê lê di mijara hevdîtina li Îtalyayê de ti agahî nedabû.

Qewlek hebû ku serokê hukumeta Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin here Îtalyayê lê ew çûna xwe betal kiribû û neçûbû.

Bi îhtîmaleka mezin wê Conte li ser mijara agirbesê û lihevkirina her dû aliyan biaxifin. Rûsya û Tirkiye bi hevre banga agirbesê li her dû terefên Lîbyayê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin