PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Lubnanê Necib Mikatî û şanda pê re li ser vexwandina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî serdana Bexdayê kirin.
Necîb Mîkatî û şanda pê re îro (21.07.2024) di yekem rawestgeha serdana xwe ya bo Bexdayê de, ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiyan.
Di hevdîtinê de behsa girîngiya hewlên hevbeş ji bo rawestandina êrîşên ser Xezzeyê û çareserkirina rewşa mirovî hate kirin û tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên dostane û hevkariya hevbeş di navbera Lubnan û Iraqê hate kirin.
Letîf Reşîd bal kişand ser aramiya ewlehî û proseya avakirina Iraqê.
Necîb Mikatî diyar kir ku serdana wî di çarçoveya bihêzkirina pêwendiyên dualî û berfirekirina hevkariyên dualî de ye û Letîf Reşîd jî vexwend serdana Lubnanê.
Serokwezîrê Lubnanê di rawestgeha duyemîn a serdanê de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina peywendiyên Iraq û Lubnanê hate kirin.
Sûdanî destnîşan kir ku ji bo rawestandina êrîşên li dijî Lubnan û Filistînê û pêşîgirtina li belavbûna pevçûnan li herêmê divê gav bên avêtin.
Serokwezîrê Lubnanê kêfxweşiya xwe li hember hewlên Hikûmeta Iraqê ji bo piştevanîkirina pêwendiyên aborî ligel Lubnanê nîşan da. Wî hewlên Iraqê ji bo pêşxistina nêzîkbûn û aramiyê li navçe û navneteweyî bilind nirxand.
Mikatî serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî vexwendibû ku serdana Lubnanê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin