Serokwezîrê wî welatî, îstifa kir!

Serokwezîrê wî welatî, îstifa kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Slovakyayê Eduard Heger, beriya hilbijartinên giştî yên pêşwext ên ku dê di meha îlonê de bên kirin, îstifa kir. 

Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku ji ber qeyrana siyasî ya li Slovakyayê dewam dike, Serokwezîr Eduard Heger beriya hilbijartinên giştî yên pêşwext ên di meha îlonê de bên kirin, îstifa kir.

Hat ragihandin ku Serokdewleta Slovakyayê Zuzana Caputova, ji bo hikûmeta nû ya teknokrat a ku were avakirin, Ludovit Odor wekî Serokwezîr tayîn kir.

Heger, piştî îstifaya xwe, daxuyaniyek da û wiha got:

"Min xwest ku ji Serokdewletî re cih bihêlim ku desthilatdariya min ji holê rake û bi hikûmetek teknokrat a bi îstîqrar û aştiyane Slovakyayê ber bi hilbijartinên parlamentoya demokratîk ve bibe."

Her wiha hat zanîn ku piştî îstifaya Heger, Seroka Slovakyayê Zuzana Caputova, Ludovit Odor, 46 salî, Cîgirê Serokê Banka Neteweyî ya Slovakya, ji bo hikûmeta nû ya teknokrat a wî welatî wekî serokwezîr tayîn kir. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin