Servanê YPGyî ji dewleta xwe alîkariyê dixwaze!

Servanê YPGyî ji dewleta xwe alîkariyê dixwaze!

PeyamaKurd- Leşkerê Îngilîzî Joe Robinson bi sûcdarkirina endamtiya rêxistina terorî li Tirkiyê hate girtin.

Leşkerê Îngilîzî Joe Robinson ji bo ku li dijî IŞÎDê şêrr bike, çûbû Sûriyê û tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûbû. Joe Robinson piştî ku ji YPGê veqetiya çû welatê xwe. Joe Robinson di sala 2017an de ji bo gerê jî bi hevala xwe Mira Rojkan re hatibû Tirkiyê. Joe Robinson li Tirkiyê hate girtin û ji aliyê Dadgeha Giran ya Sêyemîn ya Aydinê ve bi 7 sal û 6 mehan hate cezakirin.

Li ser vê yekê Joe Robinson ji Hukûmeta Brîtanî alîkariyê dixwaze. Joe Robinson got ku ez lava ji hukûmetê dikim, bila alîkariya min bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin