Şeybanî: Em HSDê ne wek dijmin, wek hevparê xwe dibînin

Dîroka weşanê :
Şeybanî: Em HSDê ne wek dijmin, wek hevparê xwe dibînin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî, di paneleke Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li ser pêwendiyên wan ên bi HSDê re axivî û got, hikûmeta Sûriyê wan wekî dijmin nabîne, lê wekî hevparê xwe dibîne.

Eshed Şeybanî diyar kir ku ew helwesta xwe ya li hemberî HSDê li gorî berjewendiyên welatê xwe diyar dikin û ev yek ji aliyê Amerîka û Tirkiyeyê ve jî hatiye pesendkirin.

Şeybanî got ku siyaseta nû ya Şamê "garantî ye ji bo paşeroja Sûriyeyê" û bi bîr xist ku doh ew û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyane û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di civînê de beşdar bûye.

Şeybanî got, “Ew civîna ku me doh bi Marco Rubio re kir û General Mezlûm li kêleka min bû, nîşan dide ku hikûmeta me bi çi nêrînekê kar dike. Em wekî dijmin li HSDê nanêrin, ew hevparên me ne û dikarin di bin sîwana giştgir a nasnameya niştimanî de bi me re kar bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin