PeyamaKurd - Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) serokê lîsta berbijêrên xwe bo parlamentoya Kurdistanê guhert.
Weke tê zanîn YNKê ragihandibû ku Erselan Bayîz wek serokê lîsta xwe nîşan dide, lê berî niha bi miqdarekî careke din hat ragihandin ku Qubad Talebanî bûye serokê lîsta YNKê.
Wextekî pir hindik maye ji bo ku hemû partiyên siyasî û alî navên berbijêrên xwe radestî Komîsyona Hilbjartnan û Rapirsyê ya Herêma Kurdistanê bikin ji bo hilbjartinên parlamentoya Kurdistanê.
Hîna lîstên navên berbejênên YNK, Tevgera Gorran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê radestî komîsyonê nehatine kirin.
Li gorî zanyariyan, ji ber rêkkeneftin li ser seroklîstên wan partiyan radestkirina lîstên wan dereng ketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin