PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê mueyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê ragihand, ku ew piştevaniya biryara Amerîkayê nake.
Piştî civîna xwe ya hefteyane, di civîneke çapemeniyê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku hikûmeta Iraqê dijî helwesta mueyîdeyên li ser Îranê ye , berî niha ezmûna Iraqê jî hebû, encamên mueyîdeyan lawaz bûna milet û welatan e.
Di daxuyaniya xwe de Ebadî tekez kir ku, ew ne bi zextên Amerîka yên li ser Îranê re ne, lê ew dê pêbend bin di berevaniya ber gel û welatê xwe de.
Derbarê pirsa gendeliyê Ebadî da zanîn ku, du wezîr ê pîşesazî û perwerdê radestî desteya destpakiyê bûne, tevî hejmarek ji rêveberên giştî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin