Li Idlibê 3 deriyên veguheztina koçberan hatin vekirin

Li Idlibê 3 deriyên veguheztina koçberan hatin vekirin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê vekirina 3 deriyan ji bo derxistina sivîlan ji Idlibê ragihand ku wê derxistina sivîlan roja Duşemê destpê bike.

Piştî ku Rûsya û Tirkiyê li ser agirbestê li hev kir, çavkaniyeke leşkerî ya girêdayî rejîma Sûriyê jî ragihand, "Dê 3 korîdorên mirovî ji bo sivîlên li gundewarê Idlib û Helebê ji sibe ve werin vekirin."

Heman çavkanîyê got: "Di çarçoveya lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ya ji bo bajarê Idlib û gundewarê îmze kirine de, hikûmeta Sûriyê dê 3 korîdorên mirovî li gundewarê Idlib û Heleb vekirin, ev kerîdor li gundên Ebû Zihûr, Hibêt û Hadirê ne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin