Ji Japonê 60 xwendekaran bawernameyên zimanê Kurdî stand

Ji Japonê 60 xwendekaran bawernameyên zimanê Kurdî stand

PeyamaKurd - Li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ku di Nîsana 2019an de perwerdedya Kurdî ya bi zaravayî Kurmancî hatibû destpêkirin û berdewam dike.

60 xwendekarên zimanê Kurdî yên li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ku tevlî perwerdeya bi Kurdî bûn û asta duyem a perwerdeya ziman qedandin, bawernameyên xwe wergirtin.

Hat diyarkirin ku ji wan 60 kesan 40 kes xwendekarê zanîngehê bûn û 20 kesên din jî sivîl bûn.

Xwendekarên zimanê Kurdî piştî 10 mehan bi awayekî fermî bawernameyên xwe yên asta duyemîn wergirtin.

Tê çaverîkirin ku perwerdeya zimanê kurdî  Îsal jî di meha nîsanê de li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê berdewam bike û di nîsa îsal de her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî bên fêrkirin.

Hat zanîn ku dê di waneyan de ligel dersa Kurdî çand, huner, wêje û dîroka Kurdistanê bidin fêrkirin.

Sala borî dema waneyên Kurdî li Japonê hatibûn destpêkirin, Tirkiyê hewl dabû ku perwerdeya bi kurdî ya li Japonê  asteng bike,  lê ew hewldan vala derketibû û perwerdeya Kurdî dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin