PeyamaKurd – Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ku piştî dagirkirina Efrînê hatibû damezrandin û li dijî komên çekdar û artêşa Tirkiyê şer dikin, ragihand ku wanh li Cindirêsê êrîşeke moşekî li dijî bingehênleşkerî ya artêşa Tirkiyê pêk anîye.
HRE tevî belavkirina dîmenên êrîşê ragihandiye ku êrîş 12ê Îlonê li Cindirêsê li ser du baregehên leşkerî hatiye kirin û di encamê de 7 leşker hatine kuştin, 10 leşker û 2 çekdar jî birîndar bûne.
SYRIA: Afrin Liberation Forces release footage of several ATGM attacks against Turkish/Turkish backed militia positions around Jindires. pic.twitter.com/EDTpvJ5wdf
— Conflict News (@Conflicts) September 14, 2020
Li gorî daxuyaniyê 8 konteynirên baregehan şewitîne û tankek jî derb lê hatiye xistin.
Hatiya ragihandin ku êrîşa ji bo ‘tolhildanê’ hatiye kirin û piştî êrîşê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans çûne cihên bûyeran û kuştî û birîndar hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin