PeyamaKurd - Parêzgarê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê Omîd Xoşnav li ser êrîşa nijadperestî ya li bajarê Mersîn ê Tirkiyê dijî malbata Kurd daxwaza zelalkirinekê ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya Hewlêrê kir.
Parêzgariya Hewlêrê derbarê êrîşa ser malbateke Kurd a ji Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê kir ku di zûtirîn demê de kesên êrîşkar bên girtin û cezayê xwe bibînin.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di daxuyaniyê de ragihand ku wan pêwendî bi wê malbat û kesûkarên wê re kiriye û ew piştrast kirine ku ligel aliyên fermî li ser xetê be ji bo desteserkirina tawanbaran û cezakirina wan.
Parêzgarê Hewlêrê ji malbatê re tekez kir, “Hûn kesûkarên me ne û li her cihekê be em kiryarên bi vî rengî li hember hevbajariyên xwe qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.”
Xoşnav derbarê doza têkildarî bûyerê de jî p3ewendî bi Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir û 3 daxwaz kirin:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin