PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da sazî û dezgehên hikûmetê ku alîkariya Mam Elî bikin.
Mam Elî Mihemed Resûl, bavê pêşmergeyekî dîl e û ev hefteyek e bi vîrûsa koronayê ketiye û li nexweşxaneya Çemçemalê tedawî dibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Tebaxa 2020an, li rewşa tenduristiya Elî Mihemed Resûl pirsî ku bi navê Mam Elî tê nasîn û bavê pêşmergeyê bi navê Ako ye ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de dîl e.
Serokwezîr Barzanî ferman da sazî û dezgehên hikûmetê ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî Mam Elî bikin, ku bû hefteyek ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) li Nexweşxaneya Asûde ya li bajarê Çemçemalê tedawî dibe û rewşa tenduristiya wî nebaş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin